| Hoşgeldin ziyaretçi, forumlarımızda iyi vakit geçirmenizi dileriz. burayı tıklayarak forumlarımızı kullanmaya başlamak için üye olabilirsiniz. Üyelik ücretsizdir. |
|
| |
|
|
|
|
 |
Kayýtlý Kullanýcý
Konu sayısı
647
15-10-2007, 13:39:05
|
ZIMANÊ ME
BÝ NAVÊ XWEDÊ YÊ REHMAN Û REH�?M
Slav û rehmeta Xwedê te’ala li ser gelê mûsûlman be. ‘Ezab û xezeba wî li ser kafirên zalim be, yên ku li mûslûman zûlim dikin. Bi rastî nivîsandina bi zimanê kurdî pir zehmete pisporîyekî giran pêwîst nebe jî xebateke piçûk lazime. Em jî bi vî xebata ha yê piçûk dikarin çend peyv/kelîme binivîsin êþ û kul a dilê xwe birêjin rûpelan. Gelek caran di mejiyê xwe de difikirim, raman dikim û dibêjim Xwedê yê ‘alemîn zimanên li ser cîhanê tevan bi xwe neafirandiye yanê nexûliqandiye? Ê ku wisa ye dewa me doza me çi ye gelo em çira zimaneke nahilbijêrin û bi wî zimanê jiyana xwe berdewam nakin. An tirkî an ‘erebî an farisî an jî îngilîzî, ev zimanên di ha ji hêla Xwedê de hatine afirandin û zimanên xweþikin jî me çira bi kurdî ve girtiye? Em çira bi kurdî ve zeiqîne? Kurdî zimanê meye lê mixabin zimanê perwerdehiyê nîne, pê perwerdehî nayê dîtin. Kesên ku bi vî zimanê dizanin hijmara wan pir zêde nîne bilî/xeynê vî kesên ku bi xwendin û nivîsandina vî zimanê dizanin jî pir zede nînin, heta pir û pir kêmin. Çend ciwanên wekê min û çend merivek ku di pêþiya me de xwastine ku zimanê xwe bikarbînin û zimanê xwe pêþve bixin. Ev kes çi qasî serkeftî bûne belê di nava sînorê xwe de ji bo xwe serkeftineke mezin bi dest xistine lê di nava gelê kurd de serkeftineke bi nav û deng li ser mijara ziman tûneye. Zimanê me zimanê aborî (ekonomî) yê nîne ne ku ev kêmasî kêmasiya kurdî ye ev kêmasî kêmasiya kurdan e ku zimanê xwe pêþve nexistine û di vî rê de xebatan nekirine. Belê gelo em mecbûrin ku vî ziamanê pêþve bixin? em mecbûrin bi vî zimanê bixwînin û binivîsin? Na, ma qey Xwedê mecbûre (haþa) ku vî zimanê afirandiye an jî qey me xwest kurd bûyinê? Na zimanê me jî netewa (miliyeta) me jî, ji hêla Xwedê de hatiye afirandin/xûlqandin û Xwedê me tû caran jî mehkûmê zimanekî nekiriye lê ji me kurdan re jî zimanekî afirandiye navê vî zimanê kurdî ye. Ma em çi bikin? Dest ji zimanê xwe berdin bi zimaneke xerîb bijîn. Bawer bikin pir zehmete bi zimaneke xerîb jiyandin. Hûn xwe çi qasî rehet bibînin jî çi qasî xwe bixapînin ji bawekin nabe bê kurdî jiyan nabe ez gelek car dibêjim xwezî Xwedê min kurd neafiranda lê mixabin em nikarin zemanê paþve bînin û em ji hûkma Xwedê re nikarin îsyan bikin ez vî rewþê êdî ji bo xwe baþtir dibînim lewra ez êdî wiha difikirim Xwedê ji kurdan pir hez dike sedema vî Xwedê ji bo kurdan rêya têkoþînekî ne, rêya çend têkoþînan vekiriye em kurd ji bo ol a Xwedê têkoþîn dikin ji bo gelê xwe yê mezlûm têkoþîn dikin û bilî van ji bo zimanê xwe têkoþîn dikin. Yanê qada têkoþîna me pir firehe em þev û roj ranekevin dîsa jî têrê nake. Sedema wî îsyan ne, spas bikin girîn ne, xebat bikin. Ev ziman zimanê me ye mîna zarokekî ye meriv dikare zarokê xwe bavêje ne xêr wî çaxe em nikarin zimanê xwe jî bavêjin û çawa dê û bav zarokê xwe digihêjînin mezin dikin ji bîr mekin zimanê me jî ji me vî dixwazê heke em çi qas baþ lê binêrin ew jî ew qas baþ dibe mezin dibe pêþve diçe em çi qas xwe jê dûr bidin pê têkilî nekin pê neaxivin pê nenivîsin ew jî bêþik ew qas paþve diçe xwe xerab dike nexweþ dikeve û xwedê dûrke dimire. Belê li ser her kurdê bi taybetmendî li ser her mûsûlmanê erkekî mezine ku bi vî zimanê re bi þuxule. Hêvî û daxwaziya me jî ew e ku her kurdekî xwendekar, karê xwe yê nivîsandin û xwendine bi piranî, bi kurdî pêkbîne. Me gotibû kurdî wekê zarokekiye û xwarin vexwarina vî zarokê jî xwendin û nivîsandine bila zimanê me nemire bila ew jî wekê birayê xweyê tirkî, farisî, ‘erebî û îngilîzî mezin bibe bijî û xurt be çawa tirk dibêjin zimanê rinde û çawa ‘ereb bi qira’eta xwe dipesinin û çawa faris dibêjin edebiyata me em jî belê feqîr û bê kesekî jî be aha ev jî kurdî ya me. Slav û rehmet li ser gelê mûslûman be.
|
Yazdır
|
|
Kayýtlý Kullanýcý
Konu başlangıcı
Konu sayısı
647
15-10-2007, 13:39:05
|
Gelî hevalan ji kerema xwe re bixwînin heke ku h3un tengasî bikiþînin keremkin tengasiyan bipirsin em bersiva/cewaba we bidin bi vî ewey bila zimanê me pêþve biçe. ezê li ser xwendina tîp/herfên kurdî de jî çend tiþtekî binivîsim înþaallah bê zehmet dê hûn imanê xwe hîn bibin
|
Yazdır
|
|
Kayýtlý Kullanýcý
Konu sayısı
199
24-04-2008, 14:27:55
|
spas hevalé gazili pur méjareki xweþ bo.zýmané geléme zýmanéki rýnde lé belé cýwanén nü zýmané kurdira xwedi dernayé . sedemawi ciwanén u geléme nine sedem politikayé dewletéye wa çend sale zýmané kurdi qedexeye dema gelé kurd bé kurdi nývýsand u xwend dewlet wan helda býnçeva ew kes hatýn quþtýn.lé belé ew dem xýlasbun dema nü dema zýmané kurdi.gelé hevalén heja ez jé we hewidarým hun zýmanéme bý axivin u bý nývisin
slav u réz serkeftin
|
Yazdır
|
|
Kayýtlý Kullanýcý
Konu başlangıcı
Konu sayısı
647
15-10-2007, 13:39:05
|
Spasdarim birayê hêja feylesof kanê....... ma qey di vî sîteyê de ji bilî/xeynê, te tu kesekî nizanê bi zimanê xwe binivîsê em li benda nivîs3en we ne kerem bikin fermo em bi zimanê xwe binivîsin heke em nizanin em bipirsin xwe hîn bikin...... slav û dia
|
Yazdır
|
|
Kayýtlý Kullanýcý
Konu sayısı
46
20-09-2008, 20:42:53
|
Spasdýkým hevalý GAZÝLÝ bý navý xudý ye rehmanu rehim ew navýwi serserýmebi em ewi navý jý birnekýn bese xebetý pýçük býbe xabetý mazýn derkeve navý xudý dý býbe spasdýkým hevale hýja...
|
Yazdır
|
|
|
| Kimler online? |
Online kullanıcı:
0
Online misafir: 7
|
|
| Forum istatistiği |
|
Yanıtlar833, Yazılar :6186, Üyeler :1344
Hoşgeldin yeni kullanıcı, birbaska |
|